Înstîtuya Ehmedê Xanî; bi destûra Wezareta Çandê ya Swêdê û Komîsyona Çandê ya Yekîtiya Ewropayê de bi hejmara tomarkirinê ya Org. Nr: 802452-8567 di 27ê Cotmeha 2023an de bi fermî hate damezrandin, Navenda enstîtuyê li Stockholm, Swêdê ye û kargeha wê ya nûnertiya Tirkiyeyê di 27ê Sibata 2024an de li Wanê hate vekirin.
Înstîtu; di warê têkiliyên mirovî û civakî, hişmendî, asîmanzanî, jimêryarî, muzîk, folklor, çand, huner, zimanên zindî û gelek warên din de wezîfe girtiye ser xwe. Her wiha li gel xebatên Înstîtuya me ji bo naskirina Ehmedê Xanî û parastina cihê wî di dîroka cîhanê de dest bi lêkolînan kiriye.