Şaxa Wanê ya Înstîtuya Ehmedê Xanî

26.03.2026
Şaxa Wanê ya Înstîtuya Ehmedê Xanî

Şaxa Wanê ya Înstîtuya Ehmedê Xanî ku navenda wî li Stokholma Swêdê ye bi bernameya danasînê ve dest bi xebatên xwe kir.

Koordinatorê Înstîtuyê Necdet Takva, di bernameyê de axivî û derbarê çalakiyên înstîtuyê û Ehmedê Xanî de agahiyan da.

Axaftinên Necdet Takva:

Di enstîtuya me de mamoste, nivîskar û lêkolîner kesên pir giranbiha wek; Mahir Taha, Niels Thomsen, Kazuhiro Frukawa, Gertruth Junker, Kent Ekberg, Taha Civan, Yannis Phidas, Rona Taha, Saga Nafers, Necdet Takva û Tarık Gumuş hene.

Enstîtu bi serlêdana xwe ya di sala 2019an de li Wezareta Çandê ya Swêdê û Komîsyona Çandê ya Yekîtiya Ewropayê bi rê ket û di 27ê Cotmeha 2023an de bersîveke erênî bi destxist û bi standina hejmara erê kirinê bi avayeke fermî hat damezrandin.

Piştî wergirtina belge ya damezrandinê, me, yekser; bi kesên ku berhemên wan yên di çarçoveya qada xebatên me de hene, wek lêkolîner, nivîskar û akademîsyen, bi wan re lijneyên şêwirmendî û hevgirtinê ava kir.

Xebata pirtûkê ya bi navê XANÎNAME ku destpêkê de ji bo danasînê hate amade kirin û li cîhanê de nêzî 56 zanîngehan û saziyên bijarte re jî hatîye pêşkêşkirin.

Wekî din, ev berhem radestê 85 nivîskar û akademîsyenên ku li welatên cihê yên çar parzemînan de (Asya, Ewropa, Awustralya û Amerîka) dijîn re, hate pêşkêş kirin.

Armancên me yên di çarçoveya derfetan de;

Her sal kovareke bi navê XANÎNAME bi were weşandin. Gotar, fêrcivîn, sazdêran û ji bo mîrate hiştina nifşên pêşerojê avakirina pirtûkxane û berhevkirina arşîveke giranbiha ye.

Nivîskar, dîrokzan, lêkolîner Murad Ciwan, Abdullah Yaşin, Mehmet Gultekîn û akademîsyen; Doç Dr. Ahmet Kirkan jî ji bo bernameyê li ser dîmenên vîdyoyê peyamên xwe şandin.

Nivîskar û lêkolîner; Rohat Alakom, Mucahît Bîlîcî, siyasetmedar Mesut Ozturk û Weşanxaneya Sîtavê jî pêyamên xwe yên nivîskî şandin.

Lêkolîner û dîrokzan Kerem Serhatli, Desteya Şêwirmendiya Giştî Lêkolîner Gulten Madenli û Nivîskar-Lêkolîner Nihat Gultekin jî beşdarî bernameya danasînê bûn û li ser Ehmedê Xanî û girîngiya înstîtuyê de axivîn.

Koordînatorê Navendê û Giştî Mahir Taha, derbarê pêvajoya damezrandinê ya Înstîtuya Ehmedê Xanî, her wiha xebat û armancên Înstîtuyê de jî agahiyan da.

Kaynak: https://x.com/ehmedexaniwan/status/1784242062088343732