Li Wanê Enstîtuya Ehmedê Xanî hat vekirin

26.03.2026 Em di çapemeniyê de
Li Wanê Enstîtuya Ehmedê Xanî hat vekirin

Li Wanê Enstîtuya Ehmedê Xanî hat vekirin.

Li hêwana pêşangehê ya Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Wanê piştî civîna nasandina Enstîtuya Ehmedê Xanî li Navenda Kar a Nedîm Odabaşi vekirina enstîtuyê hat kirin.

Kordînatorê Enstîtuya Ehmedê Xanî Necdet Takva di vekirinê da axivî û got ku avakirina enstîtuyê ji bo bajêr girîng e.

Takva wiha axivî:

"Li Wana ku lê şopên Ehmedê Xanî yê ku 350 sal berê bi çanda xwe hewl da ku dinyayê fehm bike me vekirina kordînatoriya enstîtuyê kir. Em ê bi vê xebata xwe va di pêvajoya pêş me da berhemên gelek nivîskarên ku li ser dîrok û zimanê Kurdî lêkolînan dikin berhev bikin. Di heman demê da me ji bo ku lêkolînerên ji cihên cuda yên dinyayê bikarin serî lê bidin jî ev enstîtu ava kir. Hewldana bêyî ku di bin siya tu nêrînê da bimîne bi pêşengiya Ehmedê Xanî piştgiriyê bidin çanda Kurdî. Ez spasdarê her kesê ku ked dan, dikim."

Mahîr Tahayê Kordînatorê Navend ê Enstîtuyê jî got ku "Îro ji bo me rojekî gelekî girîng e. Ez spasdarê her kesê ku di vê roja xweş da em tenê nehiştin, dikin. Em derketin rêyeke dijwar û me destê xwe xist bin kevir."

AA :

Kaynak: https://www.aa.com.tr/kk/perwerdeh%C3%AE/li-wan%C3%AA-enst%C3%AEtuya-ehmed%C3%AA-xan%C3%AE-hat-vekirin/3204266